Di navbera Îran û DYE de hevdîtinên teknîkî dest pê dike

Swîsre, ragihand ku di çarçoveya danûstandinên ku armanc dikin şerê li Rojhilata Navîn di navbera Îran û DYE de bi dawî bikin, hevdîtinên teknîkî dê demildest dest pê bikin.

Wezareta Karûbarên Derve yê Swîsre, ragihand ku piştî hevdîtinên bilind ên di navbera heyetên Îran û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) de, dê hevdîtinên teknîkî demildest dest pê bikin.

Di daxuyaniyê de, hate gotin ku aliyan li ser nexşerêya ku armanc dike di nav 60 rojan de bigihîjin peymanek dawî lihevkirin pêk anîne. Ev yek wek bingehê destpêkirina danûstandinên teknîkî hate binavkirin.

ŞANDEYA ÎRANÊ VEGERIYA TAHRANÊ

Li gorî çapemeniya Îranê, heyeta Îranê piştî nêzî 18 saetan hevdîtin û şêwirmendiyên giran, vegeriya Tahranê.

IRNA, ragihand ku piştî hevdîtinên ku bi arîkariya Pakistan û Qeterê hatine kirin, dê danûstandinên teknîkî di nava hefteyê de li Swîsre bidome.

LI SER BERNAMEYA NUKLEERÎ TENÊ PÊŞHEVDÎTNEK PÊK HAT

Berdevkê Wezareta Karûbarên Derve ya Îranê Îsmaîl Bekayî, diyar kir ku derbarê bernameya nukleerî de tenê pêşhevdîtinek kurt hatiye kirin û got ku danûstandinên berfireh hîn dest pê nekirine.

Hat destnîşankirin ku aliyê DYE helwesta xwe ya li ser dosyaya nukleer pêşkêş kiriye û Îran jî nêrînên xwe parve kiriye. Ev civîn weke pêşhevdîtina yekem hat destgirtin.

BO LIBNANÊ MEKANÎZMEK ÇAVDÊRIYÊ

Li gorî çavkaniya Îranê, di hevdîtinê de mijara agirbesta li Libnanê û berdewamkirina wê hat destgirtin. Ji bo çavdêriya agirbestê û astengkirina binpêkirinan, biryara avakirina “Yekîneya Kontrola Pevçûnê” ku Îran jî tê de cih bigire, hat dayîn.

Ev mekanîzme armanc dike ku pevçûn ji nû ve zêde nebe û têkiliyên di navbera aliyan de vekirî bimînin.